Ev emrê meyê nazenîn bi çev girtinek qedîya
Hate û çu em pê nehisiyan wek teyrek firiya.
Zeman, ji serî heta dawî çewa çu em nizanin.
Weka ku ba hate û çû me tiştek pê nehisiya.
Gelek hatin vî welatî, lê koç kirin tev bi malbatî,
Weka ku kervanek bîna xwe da û dîsa meşiya.
Gelek hatin vê cîhanê, bistek kêf nekirin dil u canê.
Mal û halê xwe tev hiştin wek mar çûn û revîyan.
Here mêze ke goristana, ka çi bûye bi wan helkana
Divê qey ji terefê Ezraîl hatiye çinandin wek zeviya.
Bi bexte ew kesê bextîyar, ku navê wî bimîne vî dîyar,
Weka ku ava heyatê vexwar dibîne wek zindîyan
Te sermayeyê vî emrê xwe bi beredayî serf kır,
Weka ku dînekî pereyên xwe avêt çem û revîya.
Ey Aşıq, tu emrê xwe di rêya evîna heq da serf bike!
Da ku nişkava bigihîjî rıza heq kulîlka te nebe ziya.
Kayıt Tarihi : 16.8.2022 10:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Emrê bû memer, li nefs dibêje mermer ku nebî ji esma re mezher, di bağ û bostanên te da venabin mezher. Aşik Paşa'nin bir gazelinin Kürtçe tercümesi.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!