Valahiyê Re Şiiri - Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
16

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Valahiyê Re

Tenê tu fam bikî vê helbestê
Tenê tu li ser zimanê xwe şil bikî heza dilê min
Tenê tu di nava germahiya mija xwe de bişewitînî bextê min
Şewqên li ber deriyê hesretên xwe vêbixî û
Tenê tu rêzê li min bigirî û bidî dû bengîniyê
Tenê tu li derveyî bêserûberiya tenêmana min bibî çirûsk û lê bibiriqî

Agir bi warên min ketine
Di rêyên ku di nav mijana teniya min de mane de
Fîtika devê pêxwasê bendewarî dilê te vedixwînim mêvaniyê
Dilop dilop avê direşînim volqanên li kela dilê xwe
Helbest pariyên xwe yên şeviyayî gez dikin
Diweşin sondê çar telaqên ji gewriyê pekiyayî

Ez ê taziyê li ber baranên ji asîmanê te bim
Ez ê jê pekiyayê ji xewna destên min li ser dilê te bim
Ez ê jêxweşê heliyayê li ber biriqîna jana min a ji te bim
Ez ê têrnexwarê vexwarê badeyê yê ji xwîna te bim

Tenê tu ji vê helbestê bawer bikî
Tenê tu ji nasîna min nekevî şikê
Tenê tu şerm bikî û min ji kesekî re nebêjî
Nebûna min bila ji te re bibe diyarî û
Tenê tu min hembêz bikî û bifirrînî valahiyê
Tenê tu di bihuşta tariyên xwe de ji min re jûreke bi dilê xwe kilîtkirî veqetînî

Tenê te tovên xwe di kakilê min de reşandiye dilê
Ez ditirsim êdî

Ez ê birevim
Tu 'tirsa ji delalan' fam bikî

Ez ê nizanibim çi bikim
Tu 'bêfamiya dil' fam bikî

Ez ê wenda bim
Tu 'dil bêmecal e' fam bikî

Ez ê hiş bim
Tu 'ez te hez dikim' fam bikî

Ez ê hişk bim
Tu destê...

Derî ku vebûn û hatin girtin
Şibake ku şikiyan
Ku avan li cih hiştin û kişiyan ji wargehên hezên me
Ku te hilgirt tûrikê xwe û tu derketî ji hebûna min
Biparêzî dostekî di dilê xwe de heta dawiya hebûna xwe

Tenê tu hez bikî ji vê helbestê
Tenê tu ji xewna min a giran hiş-ar bibî
Tenê tu di pêçana ruhî min de bibî hembêza Xwedê
Hêramekê li dilê xwe yî pitikî bipêçî û
Tenê tu rûyê xwe bişoyî bi teniya ji bermayiyên şewitîna min
Tenê tu bidî dû çirûska helbesta min a tariyê de wenda dibe

Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
Kayıt Tarihi : 19.11.2008 23:34:00
Sîmar Masîcanik