Mesajiyan Şiiri - Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
16

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Mesajiyan

Ev dûrahî peyvan dimije
Gulan digirnije
Dibiriqe
Stêran li bajarê te belav dike
Dibe avên zozanan li ser sînga te
Li ser bejna dilê te

Ev dûrahî bişirîna te maçî dike
Memiya birîndar dibarîne ser te
Porên te dide bê li rûyê min
Digermijîne dil
Te davêje welatê dilê min

Ev dûrahî dibezîne kûçeyên gavinî
Di her gavê de livek te wêne dike
Di hişekî tevizî de pêşwazî dike
Lixwemikurhatina hezîna te
Xwe sarisîna bi çûyîna te

Ev dûrahî li ber xevê
Te tîne tina min
Bang dike mesajên şemalê
Di xwe de dixweze beyanê
Digermijîne tuya hatinê
Sevbaş diçe bêdengiyê

Tu li dûran
Ez tenê bûm qas bêtetiyê
Kel li girî
Li dû te
Fahîşeyan dicivînim
Dirûvê evîna xwe vedibêjim
Bersiva te vedibêjim
Fahîşe dil li girî

Ku tu ne evîndarê min e jî
Tiştê herî baş ji bo te
Nasîna evîna min e got helbestvên
Keliya helbestvan
Ji te re peyvên ji gulên sor nivîsand

Sîmar Masîcanik
Kayıt Tarihi : 29.04.2004 22:40:00
Sîmar Masîcanik