Biharên şil lê loriya
Harmoniya perrperrikên reng bi reng
Deştên ji bêsîndoriya çem û kaniyan lê loriya
Bajarê ku tu li hemî taxan hatiye fikirîn
Bayên hênik ên ji rêyan re dost
Xewleyên aramiyê lê loriya
Dengên bilind ên ji dûr
Lorîna Memiya dilê Xecê
Zîniya ber barînên dilê Siyabendî lê loriya
Cihên ku ez tu bi hev re meşiyan
‘Bajarê ku dîroka wî bûbû berî te û dûyî te’
Hatin û çûyinên min lê loriya
Bêtetiya te bû lê loriya
Bayê te yî ku qet negirt xwe hilma min
Jê re bû gulle û xwe berdayê lê loriya
Kerr bû
Kor bû
Lal bû
Ji bengîniya min re
Jeniya bû lê loriya
Sîmar Masîcanik
Sîmar MasîcanikKayıt Tarihi : 19.11.2008 23:36:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



