Bibare baran
Ez zuha me
Baran
Li ser dilê min bibare
Ji te re dibêjim
Dil bibare
Bibarîne hêstrên min
Ser bajarên çilmisî
Ser xatrên çavnebar
Xaxên nîşeyên qirponek
Kulên xwe daxkirî
Dilên bêhnokî
Ewên tê de xwe nastrên
Ezên min de ditewişin
Li vir
Li vê şevê
Li min bixe pûgê
Hilweşîne daran
De ba
Bavêje lêvên min sariya destên min
Rastiya sirra vê şevê
Bide bê min
Di min
Xwe di helbesteke rewan de
Kul bide hundir
Di konçertoya dilanan de
Stran bilîle
Di aramiya çemîna avê de
Sewt bipêjne
Hêdî hêdî
Bang bike
Hêêw ji te re dibêjim
Ji lorijana nêzikên dûr re dibêjim
Biteriqe mijana min
Lihevketina mestiya min
Tenik tenik
Hûrik hûrik
Divê bibînim di çavên te de jînê
Xweşiya te
Kişandina te
Mêtina te
Divê di te de bisorin
Argûnên lorijîna te
Şikeberiya te
Ya ku min dizeliqîne te
Biliya dilê min dibe
Tuyên ezî dikesidîne
Lêva xwe ya zuha de
Li xwe
Hov biberîne
Û bang bike
Dê ez te çem bi çem biherikînim
Deng bi deng bigerînim
Li wextiya welêt
Di zinêr de biteqînim
Sîmar Masîcanik
Sîmar MasîcanikKayıt Tarihi : 29.04.2004 22:45:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



