Hestên Dagirker Şiiri - Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
16

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Hestên Dagirker

Êş û jan
Dizanî
Her kes nikare bikişîne
Her pêketin nikare bibîne
‘Yek di min de dimire’ de
Hatiye gotin
Her kes nikare bibe mayina xwe

Êş û jan
Dizanî
Tê û diçe
Ber bi lehiyekê ve dikeve
Şikeberiya şeviyayên dîtiya
‘Dilbikulê’ de hatiye gotin
Dişibin pîriyayên wendabûnê

Êş û jan
Dizanî
Nayê her dilî
Hestiya serserî divê
Hiziriya şiliya dilan
Di ‘hestên dagirker’ de
Hatiye gotin
Dikele bîbikên min

Êş û jan
Dizanî
Bizane
Dike hemî hebûnê di min de bicivîne
Dikim bibim keviriya tevlihev
Hêdî bêwext diçim vegirtina xwe
Di ‘kel li girî’ de
Hatiye gotin
Dikim bibim şewitîna xwe

05/01/2004 (Şev)

Sîmar Masîcanik
Kayıt Tarihi : 20.05.2004 20:20:00
Sîmar Masîcanik