Min Şiiri - Sîmar Masîcanik

Sîmar Masîcanik
16

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Min

Min porê te
Li ser tiliya şaneşîn
Di nav hilweşîna kevneşopên stûxwar
Bi awirên strana Derwêşê Evdî
_______________________Da ber bê

Min lêvên te
Di galegala kenê teyî tawanbar de
Bi livên teyî ku min vedixwarin
Çargavî li xwezaya rûyê te
___________________Bi lêvên xwe mist da

Min çavên te
Li oxîna desmala sor
Li xaviya pêjna kor
Tev xweşava ji keremê
__________________Da ber weywayê

Min gewherên te
Li qeraxa taviyên nakok
Li lêdanên ku zêrên pûç vedixwarin
Bi çilkên rojiya rehjenê
_________________Xêz kir li valahiyê

Min roniya te
Ji Nîşabûrê
Ji wê meşê hey stranê
Li rêça dildariya rodî
________________Rêş kir ji kûçeyên qîr

Sîmar Masîcanik
Kayıt Tarihi : 29.04.2004 23:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Sîmar Masîcanik