Hêy Jeniya
Tu nedihatî baxên Newrozê
Tu yê nehatibayî roja Newrozê
Ku tu bihatayî roja newrozê
Ez ê gul bûma reng bi reng di destê te de
Fîstanekî kesk
Destmaleke sor
Li ber guhê te beybûnek
Li nava te kêmbereke ji xwîna xwe
Ez ê teqîneke Nemrûda Tetwanê bûma
Barîneke pêtên Kurdistanî
Herikîneke Dîjle bûma ber bi şewitîna dilê xwe
Hêy Kurd Jeniya
Bêyî min biçe agirê Newrozê
Têkeve destê evîna xwe
Bi hêz lêxe çepikên xwe yên dilber
Dilê xwe jê re ji çavên xwe biqirpîne azadiyê
Êvara Newrozê
Agirekî vêxe bo bengînên ji wî agirî welidîn
Tu û Newrozê li hev pîroz bin
Sîmar MasîcanikKayıt Tarihi : 15.02.2008 00:23:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.



