Tevlîhev Şiiri - Hüseyin Aslanhan

Hüseyin Aslanhan
10

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Tevlîhev

Xewa min nayê
Hişê min tevlîhev bûye
Ne cixare dibe hevaltî
Ne jî bêdengî

Aciz bûme ji jiyanê
Ji hemû kes û dewranê
Axx û axx
Hewar û hewar

Fikr û raman xewn û xeyal
Hemû bûne tevlîhev
Hemû bûne wek hev
Borî û niha û pêşeroj
Wek gurê devbixwîn dorpeç dikin ev hişê min
Acizî û êş û gûman
Wek marek kor bi dizî dixwin dilê min

Şev şeva tarî
Sar û bêdeng û bitirsî
Roj roja ronî
Germ û coş û bikenî
Derê zû derê
Ronî bike ev laşê minê gemar
Û ev rihê minê bêwar

Heke dereng bîmine ew rûyê te yê şad û bextewar
Êdî tu car ewê te nebîne
Ev hêvîdar
Ev bendewar...

Hüseyin Aslanhan
Kayıt Tarihi : 4.10.2026 14:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!