Jiyanek derew dijîm wek xewnek
Di hundirê wî de kesên lîstîkvan
û xaponîkên ehmeq henin
Rastî di peyvê de ma ye
xweşikî di çavê de ma ye
Îman nayê dîtin
başî nayê bihîstin
Hevaltî bûye facetî
evîndarî bûye fehşîtî
Nas û meriv xerîb kirine
dê û bav mêvan kirine
Pereye kirinin xwedayê xwe
pîrek e kirinin Qibleyê xwe
Ciwan forsek û tirdonek in
rêber nezan û dizek in
Hunermend in ewê serxweş û keşmer
rewşenbîr in ewê ehmek û ker
Belê dibînim van dek û derewan
dîsa jî bawer im ji van her du nirxan
Navê yekî Xwedan e
ê din jî Kurdistan e...
Kayıt Tarihi : 4.10.2026 13:16:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!