Ez mirim di hewşa mala xwe de
bi bombeyek kor
Gostê min agir tehm kir
û perçe perçe bû di bin tavê de
û di bin axê de.
Hawar û qirîn û nalîn û girîn
Gost û agir û ax û hisr.
Ey Xwedayo
Çima jiyan ew qas biha ye
Mirin jî ew qas erzan
Hezkirin bi dizî û bi tirsî
Lê zehl eşkere û bi xwînmêjî ye
Ey Kurdistana qedîm!
Gelo ma emê hew bi mirinê bijîn
Û xwarina te goşt
Vexwarina te xwîna me ye.
Hemû cîhan dibê tu Gulistan
Lê nîha bûyî Goristan.
Edî bes hezar car bes
Qey tu têr nabi jî me
Qey tu têr nabi jî me.
Hüseyin Aslanhan
Kayıt Tarihi : 4.10.2026 11:33:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!