Ey Kobanê
Bajarê qedîm
Dilê rojava
Namûsa Kurda
Te zincîrên xulamtiya dagirkeran
Tena serê xwe şikand û avêt ben lingan
Bi destê neviyên Selhaddîn
Bûyî evîn û mizgîn
Ez te bîrtînim bi sal û sal
Gava serhiladana Şêx Seîdê kal
Derî te vekir û bûyî xwedî mal
Ey Kobanê
Kurdan hilîna xwe li ser te danî
Tu ji me re nîmeta xwedan î
Hemû cîhan were te dagirbike jî
Welleh kes nikare me ji te bike biyanî
Lewra tu Kurdistan î
Kurdistan î
Kayıt Tarihi : 4.10.2026 08:28:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Kobanê saldırı yapıldığında yazılan bir şiir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!