Ez Jeniya
Di te de welatekî bindest
Tu nikarî min rizgar bikî
Tu Jeniya
Di min de oqyanûseke gurmijîn
Nikarim tê de ajne bikim
Ez Jeniya
Di te de bermaliya dilê xwe
De were biqetîne ji hev
Tu Jeniya
Di min de lorîna pitikek nûbûyî
Nikarim şîrê te bimijim
Ez Jeniya
Ber peşkên barîna bişirîna te ketime
Dilê bênamûs fedî nake çi bikim
Tu Jeniya
Di hembêza min de şidandî hez bûya
Ramûsanek li dêmên te nerm bibûya
Kayıt Tarihi : 21.02.2007 21:16:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!