Hîva şevan, roja çavan
Deka were delala geş
Ey berîvan, bi dilovan
Deka were hevala geş
Wek simbilan, ji bo dilan
Deka were ey gula geş
Çav bi kilan, ne bo filan
Deka were sorgula geş.
Birîndarim bi hawarim
Deka were jiyana geş
Li nav arim her bi jarim
Deka were roniya geş.
Ji işq tî me, hiş girtî me
Deka were roava geş
Ez kuştî me bo suhtî me
Deka were dermanê geş.
Ez nezanim bê ziman im
Deka were ferzana geş
Eya xanim eya canim
Deka were canana geş.
Kayıt Tarihi : 17.11.2026 21:27:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!