Çume nav baxê sorgulan
Min dît gulên reng bi reng
Dengê pir şêrîn xulxulan
Gelek bi coş şeng bi şeng.
Li ber kêleka bulbulan
Di sitrînin bi yek deng
Nîşanek nebû ji kulan
Ken didane çeng bi çeng.
Çav yek dîtî xem çu revî
Dil jê hezkir bê dereng
Mîna hîva li nav şevî
Xweşiktirbû ew qeşeng
Gelekî bala min kişand
Hingî dil ket nava ceng
Hiş û mejî li min mijand
Fireh dike bêhna teng.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:31:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!