Bi sermaya vistanê re, te çima ez tenê hiştim
Bi hefinka dîwaran re, te çima ez tenê hiştim.
Hirç û gur li dora min in, dever hemî gora min in
Dengbej li hawara min in, te çima ez tenê hiştim.
Bi tarîtîya şevan ra, bi va hêstirên çavan re
Bi êşên nav hinavan re, te çima ez tenê hiştim.
Ji xweşwazîya ji çavan, ji hilma ji nav hinavan
Digel rêçûna bi gavan, te çima ez tenê hiştim.
Şemî tew li me nebû xweş, lewra roj li me nebû geş
Kanî min nedî berê reş, te çima ez tenê hiştim.
Eya destê ser destên min, eya şahê ser hestên min
Vekirî herdû destên min, te çima ez tenê hiştim.
Hewn û hizrên li serê min, hişk kirin gûlên baxê min
Hiş bûye cihê şerê min, te çima ez tenê hiştim.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 14:53:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!