Wa helbestvano
Wa peyv zêrîno
Bibêj gotinê
Ji nav evînê
Wa xweş dengbêjo
Dibêjin kulîlk vebûn e li gundê me
Beqe beqe avê ye li kaniyên me
Gelek pir bûne keriyên sewalên me
Ez ka çi bikim li xerîbiyê mame
Ji xweşiya warê xwe her dûr mame
Roj a geşe, şêv a reşe
Şêv û roj li min ne xweşe
Ru qotîke çav ronîke
Bi wê roj û şêv ronîke
...
Hebê hema nebê nema
Ew yara guh neda min
Wekî min bê wekî min
Werê newê wekî min
Wekî min bê wekî min
...
Da zanibê rewşa min
Rih bi bosta / Şaş li sera
Di xapînê / Wekî kera
Derbas dibê / Ser feqîra
Dil û kezeb / Reşê qîra
Xemgînî hat di derî de, di pacê de
Di hemû taqê malê de
Di nalînim
Di qêrînim
Xweşiyê carek nebînim
Demên sarî tifika min
Ji xweşiyê neynika min
Çi tu qencî nazika min
Xweşika min rindika min
Rojên tengasî bêhna min
Ey qederê tu qet dizane min ji te di xwest
Wekî berfa çiyayê Sîpanê Xelatê dil paqij bin
Çavên li hemberî rastîyê ti carî ne xarij bin
Gotin li hemberî gotin nerm ne ku gij bin
Bila bi hogirî bin ne bi dijminiya bi dij bin
Behre ji ilm û zanînê
Fêkîyê roja havînê
Ew fêrbera di hebînê
Seydayê hejaye ew
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!