Ger tu Zîn be, ez jî Mem'im
Ji bona te, pir bi xemim. yar
Tu bihar be, ez bilbilim
Êdî li min, neke zilim. yar
Çav li rêyan, her digerim.
Tu bê were, ezê werim. yar
Divim carek, te bibînim
Ezê bimrim, te nebînim. yar
Bese derdê ku te da min
Giha ezman gazinda min. yar
Kanî sunda ku te da min
Bi êş û kul navenda min. yar
Şap û lehî rabûn li vir
Hewqa nebe tu dil kevir. yar
Jîn bi derbasî digel vir
Te xurtiya min ji min bir. yar
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:32:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!