EYÜP YAZGAN
Stêrka Esmanê Min
Eyübê can bire min
Stêrka esmanê min
Birîna giyanê min
hesretu jiyana min
Cennet bibe cihê te
Nur biherike ser te
Ehl'i beyt rêhbere te
Kur 'an nur'e jı bo te
Berxê dayîke wa çû,
Sebra dilê min wa çû.
Ronahiya çava çu,
Eyûbê canemın çû
Xortek nazik wek kevok,
Dilê paqij, rû xeşık.
Hejdeh salî, he zarok,
Te jı bir nake dirok
Bigrî dayê ke, ew çu
Bihara dilê min çû,
Hêviya rojên min çû,
Eyûbê min barkır, çû!
Ezîzê dil lı ku ye?
Sebrâ dilê mel ku ye?
Dermanê çav lı ku ye
Eyübe me lı ku ye
Wek biharê xeşık bu,
Pır nazıku delal bu
Azize dile mın bu
Ew bêhna diya xwe bû
Xortê nazik, canê min,
Gula sor baxçeyê min.
Êşê xiste dilê min,
Kûla giran, derdê min.
Ev bû mêvanê kalê,
Ronahiya her halê.
Çû, hişt agir lı male,
Ax û nalîn ket malê.
Eyûb li te digerîm,
Çıma ez te nabinim.
Nûra çava nabinim
Hêstira dıbarinim
Eyûb, li te digerîm,
Li ser rê û ber derî.
Ez dengê te dibihîzim,
Lê tu nayê cane min.
Eyûbe canê min çû,
Sebra dilê min wa, çû.
Piştî te dil şewitî,
Ruhê min bı tere çû
Eyûb can ji bir na be,
Agirê dil namire.
Navê wî dil dimîne,
Eyüp tı car namıre!
Azîzê dila çuye
Sebra dilê mel ku ye?
Dermanê her du çavan,
Ronahiya me çûye
Eyûb,çûyî ji ba mîn,
Jiyan bu zindana min.
Hêsir çavan dibarin,
Dünya bu zindana mi.
Cennet mekanê te ke
Cîhê te fîrdews bi ke
Ehli beyt şefaet ke
Xwedê rehmê lı te ke
Dayık dıbej canê min,
Tu ronîya çavên min
Ew Berxemın lawe min
Hesreta wi canemın
Sadık Cafer
10.10.2026
Kayıt Tarihi : 20.11.2026 00:36:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!