BAVÊ MIN, RIFAÎ
Qehremanê dilawer,
Şêr egîd û cengawer.
Azîz û jîr bi huner,
Bavê min e cengawer.
Rifaî, şêrê meydan,
Bê tirs û xwedî îman.
Li ber zulmê ser hilda,
Bo Heq rabû ser piyan.
Qehremanê dilawer,
Şêr egîd û cengawer.
Azîz û jîr bi huner,
Bavê min e cengawer.
Alimê Quranê bû,
Delîlê Ehle Beyt bû.
Îlmê wî kûr û kûr bû,
Rêberê heqîqet bû.
Bavêmin pir zana bû,
Bi aql û feraset bû.
Gotinên wî rêber bûn,
Ew tim tirsa kufrê bû.
Riya wî Ehlê Beytê,
ayetan diçû secde.
Dilê wî tijî îman,
Ji Xwedêr da rihu can.
Rifaî, şêrê meydan,
Bê tirs û xwedî îman.
Li ber zulmê ser hilda,
Ji Xwedêr da rih u can.
Rêya Heqê berneda,
Rast û durist bi îman.
Mêr u camer xey iman,
Li pey resul û Qur’an.
Sadıq dibê: bavê min,
Tu roniya çavê min.
Rêberê riya Heqê,
Şan û şeref bawê min.
Bihişt bibe cihê te,
nûr bibare li ser te.
Ehlê Beyt şefî‘ê te,
Rehma Xwedê li ser te.
Tu ezîzê dila buy,
Tu şêrê meydana buy
Tu dijminê zulmê buy,
Bawe min'e, Rifaî.
Sadıq dibê: bavê min,
Ronahiya çavê min.
Merxasê welatê min,
bo te feda canê min.
05.05.2026
Kayıt Tarihi : 26.10.2026 20:29:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiiri babam Rufai Yazgan'a hediye ediyorum




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!