Bibe Çare Şiiri - Zandar Amari

Antoloji.com mobil uygulaması Şiirler, şairler, mesajlarınız ve gruplarınız telefonunuzda. iPhone ve Android için ücretsiz. Uygulamayı İndirİndir
Zandar Amari
176

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Bibe Çare

Ela ey şêrîn leba min
Hilma li nav kezeba min
Deka bêhnek were ba min
Bibe çara vî halê min.

Dil mîna kaya bênderê
Êş li hinavan di gerê
Wa meygerê ku di gerê
Bibe çara vî halê min.

Ey dengbêjo wer bibîne
Dil û kezeb bi nalîne
Rewşa canê min tinîne
Bibe çara vî halê min.

Li tenyayê w'ez tenê me
Ez serxweşê evînê me
Mirîyê vê birînê me
Bibe çara vî halê min.

Ev çi rewş û ev çi reng e
Siûd ji bo min bê deng e
Were hêjî ne dereng e
Bibe çara vî halê min.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:09:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!