Birîndarim dinalim, siud ji bo min zalim
Ji ber derdê vê êşê, bê rewa me wek kalim.
Ax û waxa dilê min, ji min birî salê'min
Bûye bela serê min, xirab kirî halê min
Bi rastî evîndarim, bi qarîn û hawarim
Ez bê mal û bêkarim ji nav singê bi zarim.
Gula baxê'm hişk bûye, xernuf li ber rabûye
Rewa hemî çikandî, ax jî pê zuwa bûye.
Dilê min pê kewitî, dezgehê min şewitî
Nizanim ka çi bikim, jiyana min lewitî.
Ez ketim vê rêyê de, min go qey xweşî tê de
Lê min dît pir nexweşî, gelek nebaşî tê de.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:19:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!