Vejîn Şiiri - Rıdvan Köse

Rıdvan Köse
32

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Vejîn

Ca derê derva binêre çi bihar kî coş u rengarenge,
Nefha surê gohdarî bike çi xweş u pir aheng e.
Xwîn kî kesk, jîn kî kesk sankî ji Qudretê dibare,
Newal bune hiphêşîn lewre îro ji erdê re bihar e.
Ji ax a herî stewr giyah dizên u hemîya dimêjîne.
Gil u giş biguvêşînî ava keska jîyanê jê dipijiqîne.
Do ji estî bu hemu dar u teraleyê hişk u tezî,
Binêre îro çi xweş dilop dike ji wan xwîn kî taze.
Do weka dojehê har bubu u qêrîn dikir daristan.
Îro buye hêlîna çivîka, ji wan re buye waristan.
Do nobedarê bimilyaran zîruh bu, sekn u sükun
Îro ji wê zîndanê filitiye hemu kewn u gerdun.
Alem, do di hewarîyê de bu.. erd u asiman xemgîn bu...
Îro dengê sura fitratê ye... fitret iro deşta rengîn bu.
Destê qudretê yê feyyaz çol u kirava neqş kiriye,
Her pel, ji şuxla wî derketîye li ber çevan neşr kiriye.

Rıdvan Köse
Kayıt Tarihi : 13.2.2021 00:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


M. Akif Ersoy’un bir şiirinin tercümesi

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rıdvan Köse