Şahmêr ji dêwbavê xwe re
Got ezê biçim nêçîrê
Xeman çênekin ji xwe re
Biçim nava newalqîrê.
Dema ku çûne bi rê de
Dît pepûk û bêkes tê de
Li wan başî kirin zêde
Paşî ketine ser rê de.
Sozek mezin daye li xwe
Zordar rakim ji warê xwe
Di vê rêde, bo gelê xwe
Mirin bînim li pêşî xwe.
Şahmêr gote hevalên xwe
Ger hun bixwazin mala xwe
Haydar bibin gelek ji xwe
Ji nav dava dijminê xwe.
Bi dijmin û rêbiran re
Bi nefs û hem bi şeytan re
Bi xinîs û zîxelan re
Kete lexnê her bi wan re.
Bi çend salan gelek şer kir
Dijmin ewna têk nedibir
Xinîs û sîxur bihevkir
Dilê dijmin bi wî şakir.
Wêran bû keda wî ...tevî
Ji nav destên dijmin revî
Xwe veşart bi roj û şevî
Ew û tenêtî wek hevî.
Li birca mîr dît dîlberek
Dîlberaka xweşik melek
Ji bo xwe dît pird û kelek
Lê duvre jê hezkir gelek.
Ji bo hev sitran di gotin
Hinavên singan di sotin
Riste mîna şiv û rotin
Ji bo işqê yekem cotin.
Ew keça mîrê dijmin bû
Zaroka wî ya tenê bû
Her kes heyranê wê bû
Ew heyranê canê xwe bû.
Herdû revîn çûne çiyan
Li berha eftarê her jiyan
Bi kêf û şahîya gîyan
Avjîn vexwarin bi pîyan.
Dîsa bi dest xist hêza xwe
Peyman da xwezûrê xwe
Alîkarî bidin hevdû
Bêmafî nekin li gelê xwe.
Rojekî çûye nav çiyan
Da jêkê hin ji kulîlkan
Bo dîlbera wek horîyan
Hilgeriya nav zinaran.
Jêkir çend baqê gulan
Hiş û mejî lê weşiyan
Ketiye bin dar û latan
Rojên wî li wir qedîyan.
Kesên dîtî kirin hawar
Dîlber lê kir ax û qar
Dema dît laş lê bûye sar
Rih li wê jî kir qar e qar.
Herdû jî li wêdê mirin
Gora wan li wir çêkirin
Ew gul tev li ser werkirin
Navê gulan li wan kirin.
Yek Nêrgiz û Mêgiz bûn
Ew mizgîna biharê bûn
Êdî li ser qora wanan
Heta niha her tim şîn bûn.
Hin dibêjin bi rastî yê
Can fidayê gelê xwe bûn
Li xinîsî dawî nayê
Bi xayîntî ew miribûn.
Hin dibêjin xezurê wî
Bi destê yek din kuştibû
Ji bo keça xwe ya delal
Deng li wî na nekiribû.
Kayıt Tarihi : 26.10.2026 13:50:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Nêrgiz û Mêgiz - Li warê torê xortekî navê wî nayê zanîn hebû, lê emê jêre dibêjin Şahmêr. - Şahmêr rojekê ji dêwbavê xwe re got: ezê biçim nêçîrê, hun xeman çênekin ji xwe re, biçime nava newala qîrê û derdora çiyayê sîtê. - Dema ku çûne bi rê de, Dîtine gelek pepûk û bêkes. Pir zahf başî li wan kirin. Alîkariya wan kirin, Paşî ketine ser rêya xwe de. - Hingî sozek mezin daye xwe û got: "di vê rêde mirin bînim pêşî xwe jî, ezê zordaran rakim ji warê xwe, ezê bijîm an jî bimirim ji bo gelê xwe. - Şahmêr gote hevalên xwe: " Ger hun bixwazin mala xwe, ji xwe gelek haydar bin, çavbel bin ji nav dav û tepikên dijminê xwe. - Şahmêr û hevalên xwe bi dijmin û rêbiran re, bi nefs û hem bi şeytan re, bi xinîs û zîxelan re, kete lexnê her bi wan re. - Bi çend salan bi nebaşan re gelek şer kirin, dijmin ewna têk nedibirin. Lêbelê Xinîs û sîxuran bihevkir, dilê dijmin bi wan şakirin. - Wêran bû keda wî, hemî bi tevî, lê rojekê Ji nav destên dijmin revî, xwe veşart bi roj û şevî Ew û tenêtî wek bûne wekhevî. - Dema dibin bircên belek de çû ku bazde dur bikeve, li paceka bilind dît dîlbereka xweşik mîna melek, ji bo serkeftina xwe ew dît wekî pird û kelek, lê duvre ji wê hezkir pirî gelek. - Ji bo hev sitran di gotin, hinavên singan di sotin, ristê helbestên wan mîna şiv û rot di êşînin, herdû ji bo işqê yekem cotin. - ew keça mîrê dijminê wî bû, zaroka wî ya tenê bû, her kes heyranê wê bû, pir xweşik û sipehî û rind û delal bû. - Herdû revîn çûne çiyan, berh û şikeft ji xwe re kirin war, bi mihan li berha kûn eftarê mane, bi kêf û şahî li çiyan jiyan. Avjîn vexwarin bi pîyan. -piştî demeka kûrt komkir hin heval û hogirên xwe, hin kesên ji mirovên bin dest, Dîsa bi dest xist hêza xwe ya berê, wî û xezûrê xwe peyman dane hevdû ji bo alîkarî bidin hevdû û li ti kesî nemafî nekin, bê mafî nekin li gelê xwe. - Rojekî ji çûye nav çiyan, ew û hevalên xwe li derdor gerîyan, dem destpêka biharê bû. Xwest hin kulîlk bide hev, ji bo wan jêke çû nav lat û zinaran, desteyek gûl û kûlîlk jêkir, dema ku xwest ku xwe berdê xwarê hiş û mejî lê weşiyan û kete binê latê, laş lê sax nema, bûye parçe parçe. Ji dinyayê siûdê wî qût bû. - Heval û hogir û mirovên derdorê kirin hawar, hawar gihiştiye hevjîna wî, ew bi ax û waxî çûye ser termê wî. Dema çû gihîşte wir, heval û hogir ew veşartibûn li bin lata kû jê ketî, gûl û kûlîlkên kû ji dest ketî belavbûbûn li hawîrdor. Tev bi êş û qermiçî. Can lê bûye sar û kire qar e qar. - Can li wê jî cemidî, herdû evîndar li cihekî mirin, goran wê jî li cem ya wî çêkirin. Gûlên derdor dane hev. Li ser goran wan werkirin. Heval û mirovên derdorê navê wan gulan li wan kirin. - Navê gula pel gustîlokî kirin Nêrgiz û ya pel pahn kirin Mêgiz. Herdû bi navê herdû gûlan heta nihan dijîn. Ewnan mirin lê demsala biharê bi gûlên wan despêdike. - - Bi rastî hin dibêjin can fidakir ji bo gelê xwe lê xinîs ew di latê de avêtin bi xiyanetî ew kûştin. Lêbelê hin dibêjin xezûrê wî ew daye kûştin û hin dibêjin di rêya evîna xwe de hatî kûştin.


Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!