Bi hedanî dijwarî hêsan dibe
Bi lezî jî hêsan dijwar dibe
Her tim bi mirovan bişêwir e
Lê bila kar her bi hişê te be.
Gezo jehr e ku dîlbera silbe
Jehr gezo ye ku dîlber haşbe
Durî nêze dema dil bi dil be
Nêzî dûre ku dil ne bi dil be.
Hindik pir e dema çavbar be
Pir hindike ku çav nebar be
Çav nebar ti carî têr nabe
Tenê bi axa sar têr dibe.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:04:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!