Ez naxwazim milk û mal
Ne hogir û ne heval
Dixwazim bejna şepal
Ew şepala jîna min.
Ne cejn û ne roşenan
Ne nivişt û cewşenan
Ne bihar û gulşenan
Ew gulaşena jîna min.
Bê wê jîn li min nayê
Dîbinim kerbelayê
Çi bikim ji dinyayê
Ew dinyaya jîna min.
Gûla baxê îremê
Dermanê bo sînemê
Yekkana li vê demê
Dem xweşîya jîna min.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:20:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!