Berfîna min a rengîn
Bêhna xweşa bi lezgîn
Her daîmî bi te ye
Ji bo jînê ku mîzgîn.
Roja war û cîhanê
Mîra li ser dîwanê
Her daîmî bi te ye
Xemla li nav eywanê.
Roja li meydana min
Meya li meyxana min
Her daîmî bi te ye
Kêfxweşiya xana min.
Ey çiraxa rêzanan
Fîqa devê hozanan
Her daîmî bi te ye
Şîqa li nav zozanan.
Dezgehê evîna min
Ji ber işqê dîna min
Her daîmî bi te ye
Şahî'yû hem şîna min.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:25:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!