Evîndar bûm mal wêran bûm
Li dûv gûlek bi êşan bûm
Berî şad û wek paşan bûm
Lê piştî wê perîşan bûm.
Ji ber destê dilê qeşmer
Bûme behra kul û keser
Mêze bike ji ber esmer
Her tişt danî li ber hember.
Dil û hişê'm bê şîret bûn
Sergerdan û bi wê mest bûn
Li xweşiyê bi hesret bûn
Bi destê dil tev bin dest bûn
Li bîra min herî gava
Li vê jînê wek gerrava
Bûye axîn bûye qarîn
Bûya dilop li nav çava.
Tev demên min bi şînîne
Heja jînê êdî nîne
Dil bê hiş û bi evîne
Gora sarî xweş hêlîne.
Kayıt Tarihi : 14.11.2026 09:54:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!