Ey hêvîya li canê min
Ey dîlbera giyanê min
Ey roniya ezmanê min
Were bibe dermanê min.
Bejin zirava wek ta yî
Mînaka bo ferîşta yî
Wek horî ya bihûşta yî
Can û dil û hem yekta yî.
Li biharê rengîna min
Ji bo şadî mizgîna min
Ji dinyayê semgîna min
Bi evînî zengîna min.
Kanîya deşt û çiya yî
Heya îro li dur mayî
Çima car tu ne xuyayî
Ez xîzanim tu derya yî.
Eya xem revîngaha min
Piştî şevê sipgaha min
Hedanîya dergaha min
Rûyê te qiblegaha min.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:13:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!