Divim Te Bibînim Şiiri - Zandar Amari

Antoloji.com mobil uygulaması Şiirler, şairler, mesajlarınız ve gruplarınız telefonunuzda. iPhone ve Android için ücretsiz. Uygulamayı İndirİndir
Zandar Amari
176

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Divim Te Bibînim

Li ser serban di nav nivînan de
Li xemla sitêrkan te dibînim
Dema dikevim nav xewnan de
Li nav xewnên geş te dibînim.

Bi dilovî derbas dibe vistan
Bi wê paqij dibe ax û ezman
Sax dike hemî zevî'yû bostan
Li nav wê dilovî te dibînim.

Bi hazar hazar kenî bihar tê
Jiyana hebûnê bi şahî tê
Newroz û zêw û roşen pê re tê
Li nav wê dîlanê te dibînim.

Havîn her daîm bi germa xwe ye
Desberê kesk û fêkî'yê xwe ye
Her demsalî bi xweşiya xwe ye
Li nav wê tama xweş te dibînim

Payîz amadîya vistanê ye
Komîya bîjêwa salekê ye
Her nûjeniya jiyanekê ye
Li nav wê çalakî te dibînim.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!