Ti kes ku ne kesî min be
Cîhan li hemberî min be
Qiyamet li pêşî min be
Ez dîsa dilsozê te me.
Çavan li min tev kor bikin
Guhan li min tev jêbikin
Ziman ji bin ve qût bikin
Ez dîsa dilsozê te me.
Bi hişê serî gêj bibim
Bê ronîyu tîrêj bibim
Li bin axê dirêj bibim
Ez dîsa dilsozê te me.
Pişt li ber xencera te be
Ser li nav cercera te be
Dil kuştê macera te be
Ez dîsa dilsozê te me.
Hez bikê jî tew nekê jî
Tu herê jî qet nerê jî
Çi bikî jî çi nekê jî
Ez dîsa dilsozê te me.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:10:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!