Çi Bikim Nizanim Şiiri - Zandar Amari

Antoloji.com mobil uygulaması Şiirler, şairler, mesajlarınız ve gruplarınız telefonunuzda. iPhone ve Android için ücretsiz. Uygulamayı İndirİndir
Zandar Amari
176

ŞİİR


3

TAKİPÇİ

Çi Bikim Nizanim

Nizanim ka çi bikim ez wekî kor û ker û lal
Pala xwe bidime kê ne hogir heye ne heval.

Nizanim car bi kenim şadî nîne li malxanê
Ni karim meyê vexwin kêf tunîne li meyxanê.

Li vê dinyaya qirêj dilê min bûye pişk e pişk
Her kes li hemberî min pir bûne mar û dupişk.

Min got qey qedera jor ewê li min bibe derman
Lê ne qeder bû çare, ne jî borîna dem û deman.

Ne tiştekî nebûyî ne tiştekî pir dixwazim
Hema biçekî ji ken, hinek kêfxweşî dixwazim.

Dizanim ti kêfxweşî her dem bi dewamî nîne
Lê ji bona êşa dil xemgînî jî derman nîne.

Her roj êşa'm weha be hestir wekî çema be
Deka bêje wê çawa temenê li min derbas be

Li hemberî siûdê siuda pir reş û tarî
Çawa ez xem nexwim nexweşî li min barî.

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!