Wa cindika bal delalê
Dil birîndar pir di nalê
Wa xweşika rû zelalê
Can bi hawar, dînê harim.
Demek dirêj ez bi qar im
Can di pirêj li dûr zar im
Siûd qirêj ez bê çar im
Can bi hawar, dînê harim.
Ez tenê me li şev tarî
Bê kesî me li vî warî
Nexweşî me dil xemxwarî
Can bi hawar, dînê harim.
Êşa işqê dizanim ez
Li wê mîna umanim ez
Ji xweşiyê bê bahrim ez
Can bi hawar, dînê harim.
Li dilwanê sergerdan im
Li nav benda wê çewgan im
Kûştîyê tîrên mûjgan im
Can bi hawar, dînê harim.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 14:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!