Kanî mîrên bircên bilind
Ku xwedîyê semyana pir.
Ka mirovên ku poz bilind
Xwedî forsa gellekî pir
Kanî ewên xwedî gazind
Neqayîlbûn her daîm pir.
Ka Mem û Zîn gelekî rind
Ewên aşiq gellekî pir.
Ka ew kesên zehf şikirdar
Ku dihatin hezkirin pir.
Ka ew kesên gelek rêzdar
Digel başî dikirin pir.
Ka Silhedîn ê bi navdar
Ji dijmin re dilovan pir.
Ka Nemrûdê hêz û zordar
Xwe mezin dît qurebû pir.
Hemî çûne nehatine
Bi destekî mezinê pir.
Kayıt Tarihi : 1.11.2026 15:22:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!