Ew yara guh neda min
Wekî min bê wekî min
Werê newê wekî min
Wekî min bê wekî min
...
Da zanibê rewşa min
Ka çi anî serê min
Bawer nakê'b halê min
Wekî min bê wekî min
...
Sîyabendim Xec ne ew 
Memê bê hiş Zîn ne ew 
Nêrgizim mêgiz ne ew 
Wekî min bê wekî min 
...
Deka meyger bide min 
Ava jahrê bide min 
Wê ev agir daye min 
Wekî min bê wekî min 
...
Arê işqê dijware 
Jêre nîne ti çare 
Bilî yara jînxware 
Wekî min bê wekî min 
...
Dilo rabe derenge 
Roj dayî renge renge 
Ew dijwar pir lehenge 
Wekî min bê wekî min
Kayıt Tarihi : 25.1.2022 17:05:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!