Welatê me bi xwînê ve şûştî ye
Welatê me ji me re derman bûye
Şefeqa sibê welat me xemiland
Welatê me gelan re bi can bûye
Welatê Kurdan Kurdan re bihuşt bû
Bi gul kulîlkan jî me re rengîn bû
Keçên wî zane ne xortên wî jîrîn
Warê me pir xweş e, me re havîn bû
Sewda me, sewda me, sewda dilê me
War gulan, gulistan, welat eşqa me
Cîh û wergahê Kurdan e bi welat
Warê me bû axa kal û bavê me
Welatê me Kurdan, germa dilan e
Ew gul e kulîlk e, me re dîlane
Welatê me xweş e, wek şekir û şîr
Roja azadiyê tê şada gelan e
Havîn e, bihar e, warê gulan e
Welatê me axa şêr û merdane
Roja azadiyê tê şada gelan e
Ronî bû siba me, bo me dîlanan e
Ax ji min re can e, ew eşqa me ye
Axa me kevnare, ew dinya me ye
Roja azadiyê bi şada gelan e
Ronî bû siba me, bo me dîlanan e
Ev ax, axa me ye, ji bo me can e
Bila her bijî ew eşqa dilan e
Roja azadiyê tê şada gelan e
Ronî bû siba me, bo me dîlanan e
Mehmet Çobanoglu
20.09.2026
Gürpınar
Kayıt Tarihi : 21.09.2026 12:18:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!