Zimanê dayikê, dengê dilê min,
Awaza jiyanê, sirra canê min.
Her peyvek ji te, gul û gulîstan,
Her tîpek ji te, ronahî, hêvî, derman.
Tu nasnameya min, tu hebûna min,
Tu dîroka min, tu paşeroja min.
Bi te ez heye me, bi te ez şa me,
Bi te ez azad im, bi te ez sax im.
Zimanê dayikê, pîroz be roja te,
Bila her dem bilind be ala te.
Em ê te biparêzin, em ê te geş bikin,
Em ê te bi hezkirin, her dem bijîn.
Zimanê dayikê, tu zimanê evînê,
Tu zimanê aştî, tu zimanê jînê.
Bila dengê te bigihîje her derê,
Bila navê te her dem be ser serê.
Kayıt Tarihi : 21.2.2026 18:19:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Hikayesi:
Jî bûna roja zimané dayiké, zimané şirin, zimané qedim Kürdi.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!