Quran / Kur'an Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
113

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Quran / Kur'an

Qur'an a kerim
Qur'an a kerim
Xwedê şîyandî
Qur'an a kerim

Gotina Rehîm
Îhsana Kerîm
Xwedê şiyandî
Qurana Kerîm

Qencîyê dîdê
Xweşîyê dîdê
Ronîyê dîdê
Qur'an a kerim

Ronîya çavan
Tîrêja canan
Giyana laşan
Qur'an a Kerim

Jiyana me ye
Hevala me ye
Rêbera me ye
Qur'an a Kerim

Zanînê didê
Şîretê didê
Bihuştê didê
Qur'an a Kerim

War dike bahar
Kulîlka adar
Dar bi hêvîdar
Qur'an a Kerim

Hatî ji bo me
Şadî ji bo me
Yadî ji bo me
Qur'an a Kerim

Peyama Xwedê
Dergeşê didê
Hişyarî didê
Quran a kerim

Jîn bi wê xweşe
Roj bi wê geşe
Rê bi wê teşe
Qur'an a Kerim

Pirtûk a hêja
Dibê nimêj a
Paka qirêja
Qur'an a Kerim

Cebraîl anî
Li Resul danî
Nurek xwuyanî
Qur'an a Kerim

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 1.12.2023 19:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!