MIRIN TUNE
De ka tu Ji min re bêje Mirin çima evîndarê zindiya ye 
Şev û roj çima ji mirinan re avis in 
De ka tu ji min re bêje Tembûr çima bêdeng e Dilê reqsokî çima bê gowend Û çima em bê wêrek dilerizin 
De ka tu ji min re bêje Xerîbî çima bi veger xweş e 
Ma gelo xerîbî hêvî ye 
Ewqas jan ji bo çi Û sedema reva ji xizanî bo çi 
De ka tu ji min re bêje 
Hevala pirsên min ê kuştî Kîjan 
Gerdûn Kîjan 
Wargeh 
Jiyanek bo mirin diafirîne 
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:21:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!