BINEVŞA MOR
Awirên te yên tûj
Bûye pizotek agir û ketiye kezeba min
Ku şev şahidiya qewimînan dikir Ku stêrkan xwe ji xemla te re diçirisand
Binevşa min
Şev xapinok şermok e di paxila min de
Her dem bi xwêdan û lerzok e
Axîneke ji mirinê diveceniqe
Binevşa min
Ez derketim eywanê Diperpitim di temaşa te de
"Lê li hewşê jiyan heye di nava
Awirên te yê tûj de"
Binevşa min
Hemû xwedavend li ser pirtikê şalûrê Çi dikin ji xweşkahiya te
Li min têr nake
Ev bedewî ji ku giha te
Binevşa min
Mohr bû wechê te
Mohra çiya
Mohra dûz û bûkan
Tu diçirisî
Gulsora min
Harun AkkulKayıt Tarihi : 26.11.2022 18:42:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!