Berfekî zîz dibare li ser dilê min,
Li ser rihê min..
Notla ewrekî zelal
Mîna ezmanekî xweş û sayî..
Li ser kela dilê min dibare
Bîhnekî tenik û zelal a berfê pozê min dişewitîne
Berf cemadekî bi nerm destê min dicemidîne
Berfekî delal dibare îşev,
Notla rêyeka bêdawî di nav fezayê de dilê min diherikîne
Berfekî delal û zelal dibare li ser kolanan
Kolanên bajarên mezin spî û çîl dike...
Bajarên dilê min dixemilîne
Berfekî zîz, û spî..
Notla çiruskên stêrkan dibiriqe..
Zaroktiya min tîne bi bîrê min
Ew rojên sayî û çîl
Notla xeyalên zarekî,
Îro berf li ser hişê min de dibare...
Kayıt Tarihi : 4.12.2013 21:09:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!