Min keçikek dîbû li ser kanîyê,
Min bi destê wê girt maç kir ênîyê,
Ji ber kû min maç kir ênîya şêrîn
Serê xwe berjêr kir ket ber fedîyê.
Min keçikek dîbû li nav bîstan bû,
Negrî yar em ne birçînin,
Em ji naza ne mirînin,
Ne bê libs û ne tazînin
Negrî yarê ez qûrbanê.
Em saxin zarwê me henin,
Nezer limin hat xezebê,
Rûniştîyi ser kezebê,
Ji kezebê naye derê
Wey nezer tunekî derê.
Çavê xerab lê nezerê,
Hesret û miraqa min yar û sazi,
Porxeleka min rindi belengazi,
Ez nema zanim bê ev dinya gevrik
Ji vî dilê birîndar çi dixwazi.
Porxeleka min dibê ez te nakim,
Dora gundêm tevdî kizin,
Lê diçêri mîh û bizin,
Dilêmin ket qîza cîran
Qîza biçûk ne ya mezin.
Dora gundêm tevdî niski,
Cîrana malame lazi,
Dê zalim bav belengazi,
Dilêmi wê qîzê dixvazi
Qîz dibê na qîz bi nazi.
Mala qîzê pir mezini,
Qîzik li vê derê hebû,
Dilêmid wê qizê debû,
Qîz mezin bû ji vêder çû
Ez hiliyam çavêm mal dû.
Qîzik daket binya mala,
Reşê Reşê çav xweşikê,
Diran mezin wek ferşikê,
Kesê çavê wan ne korbi
Nabên reşê nexweşikê.
Reş wek hinara mêrxweşi,
Sarê jinek e rind e,
Serê memka bilind e,
Hingî ku gelek rind e
Kes nizan e ji gund e.
Sarê jinek delal e,
Li Stembolê li van erda,
Jin û mêr û qîza tevda,
Li van mîratê atolya
Dixebitin di nav hevda.
Kesê nedî vê Stembolê,




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!