Sebra dila Gulîzer,
Heger tê bê zûka wer,
An jî ez rabim belkî
Rêkê bivînim ji xwer.
Belkî yekê bivînim,
Derketim ber derî,
Min dora xwe nerî,
Zêrînî bejnek dî
Navê wê Gulperî.
Min go qîzê vere,
Berî îsal deh sal berê,
Li gundê me carêdêrê,
kêf u xweşî şahî hebu
Ka ew dema çu kwîderê.
Ax gundê me gundê jorîn,
Ne tê biça dibistanê Hemed Salih,
Tê ji bavê xwer biva pişt Hemed Salih,
Tê ji dîya xwer biva xort Hemed Salih,
Navê Salih nebû qismet Hemed Salih
Bila cihê te bihuşt be Hemed Salih.
Ma ne ez evdê xwedê bûm,
Li ser rûkara dinyêbûm,
Te ez kuştum ne guneh bûm
Mal xerabo lo hevalo.
Bira kefenêm zêde bi,
Ax lê zalim jinbavê,
Kemera zêr li navê,
Te ez küştüm hilandim
Mane bese bêbavê.
Dinya germbû jinbavê,
Lê lê jinê jina minê,
Rohnîya van çavê minê,
Ne ma bê te diqedînim
Ne sê roj hew rojik dinê.
Tilber dilêmin şêrîni,
Dinav zibil li wan gova,
Bi xirak û bi wan kava,
Carna jî bi veşartonkê
Me dilîst heta êvara.
Ka pênç kevir kanî heftok,
Ew roja ez te nebînim,
Van çavê xwe digerînim,
Wê şevê ez har û dînim
Ji kerba xewna dibînim.
De ka derkevi ji dervi,
Bûka delal Mercanê,
Qîz û xort lê civyanê,
Dibên rabe dîlanê
Bi rijîne xwêdanê.
Zavê cîranê mini,




Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!