Hîva Evînê
Evîn hene; ew veşartîne, nayin eşkere kirin,
Di sîngê dil de, mîna sir tên parastin.
Û sirên ku di sîngan de nayin veşartin hene,
Wekî mizgînvanên biharê, mîna nergizan...
Ez êdî li benda vegera te nînim,
Min hêviyên xwe di tariya şevê de çandin.
Di dirûna wan de ez ê stêran bidimhev,
Û dê heyva evînê şahidiyê bike.
Ger tu hebî; ez ê jî bim,
Ez, sîya hebûna te, delîla evîna te me.
Ji min re mûcîze ne hewce ne.
Min tu li Darê'ya Anastasius de dît…
Ez ê di çavên te yên binefşî de esaretê têk bibim,
Û ez ê vegerim kavilên Mezopotamyayê
Ger serhişkî ye, serhişkî; heke mirin be, mirin e;
Ez ê di şûvên axa evînê de kulîlkên hêvîyê biçînim ❣️🌙❣️🌙❣️
Kayıt Tarihi : 14.01.2024 13:48:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Çewtî û xeletîyên rêziman, ku hebin, ên werin rastkirin… Hilbest ji bo rexneyên pisporên rêzimanê kurdî vekirî ye!!! Alîkarîyên we ên bên himbêzkirin…




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!