Eşqa te ye ez helandîm
Berdayim nav çol û beyara
Bejna te ye serxoş kirîm
Kevtîm rêlêt van aqara
Dengê te ye bo min awaz
Ez rakirîm digel sihara
Dilê te ye xozî û mirad
Mendehoş bûyim li nav wara
Hilo esmer da bi çîne
Serê zîrka ligel bihara
Da vegêrîn wan narîna
Liser kanîya û li bin dara
Kevne warêt xo ava keyin
Da evîndar li êvara
Biçne nav û bi xo bêjin
Emîn dildar hemî cara
Dê rizgar keyin evan wara
Ji bin destêt van neyara
.......berwari
Kayıt Tarihi : 17.4.2004 17:12:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!