Dibejin evîn çi ye
Evîn ruye te ye
Çaven te bi ken di meyzenin li min
Dibejin evîn çi ye
Evîn dile te ye
Di herike dile min çem bi çem
Dibejin evîn çi ye
Evîn pora te ye
Li ber baye payîze di çe asimanan
Dıbejin evîn çi ye
Evîn destê te ye
Ku digire deste min di rojeka Newroza pîroz de
Dibejin evîn çiye
Evîn zarokekî çav reş e
Peyven wî ji dile wî di herikin nava helbestan
Dibejin evîn çi ye
Evîn gotinekî bi azad e
Ku ez dibejim tu evîna min
Bi zimane xwe…
Kayıt Tarihi : 29.2.2024 08:34:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!