Amed e;
Delodîn e...
Hin caran wekî bûkeke serbixêlî kêfê tîne,
hin caran jî wekî zêmara dayikeke cegersotî dinehwirîne
Amed delodîn e
û hîn caran çavên xwe ji rondikên bêriyan ziwa dike
hin caran jî bedenên xwe dike rextê guleyan
û bi ser neyaran de direşîne
û hin caran girnijîna li ser lêvên yaran belav dike
hêrsa wê gelek e
hêrsa wê dîrokekê di dilê xwe de dihewîne
lê jîna wê gelektir e
keçên nûgiha mest dike
û bi dû xwe ve dibezîne
lawên hêj simbêlristî di kela xwe de dikuje
û li ser celadên şewitî kulîlkan diçîne
Amed e,
Amed
min got ya; delodîn e
Amed bûk e
bûkek e ku miraza wê li ber sînga wê beyirî ye
Omer Dilsoz & Dilyarê Dêrikî
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 10.12.2004 17:37:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

TÜM YORUMLAR (1)