Di rûyê te de li rûgeha rûyê xwe yê nepe ...

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Di rûyê te de li rûgeha rûyê xwe yê nepenî digerim

….hilbijartina mirov a dilînî kesayetiya mirov dide dest

Li rûyan dinêrim. Li rûyên mirovan. Li veşarteya rûyistana rûyan digerim. Xemgînî, hezkirin, nefret û xem hemû di rûyê mirovan de veşartiye. Belkî jî nepenîtiya mirovan tev xwe di rûyê mirovan ê nepenî de veşartibe… Lê her rûyek rastiyek e. Di nava ew qas rastiyan de li rastiya xwe digerim. Hingê dibêjim gelo rastiya min di kîjan rûyî de veşartiye? Rûyê ku ez lê digerim rûyê kê ye? Hingê careke din dipirsim, “Gelo ma mirov mecbûr e ku li rûyekî bigere?

Stalayta hestên min li rêgeheke vala dizivire û digere. Diçe. Di nav ew qas rastiyan de li rastiya xwe digere. Rastiya xwe di rûyekî zelal de… Di rûyekî ku rastiya min lê niştiye de. Di rûyekî mê yê ku rastiya min lê veşartiye de li rûyê xwe yê nepenî digerim. Ji ber ku rûyê hezkiriya mirov rastiya mirov a kûr e. Kesayetiya mirov e. Kûratiya hest û zîhna mirov e. Hemû çal û hîmên zîhn, hest û ramanên mirov di rûyê xweşdiviyê de veşartine. Mirov ji kê hez bike mirov wisa ye. Mirov çawa hez bike rûyê mirov ê nepenî visaye. Hezkirî rûyê mirov ê veşartiye. Ji ber ku hevyar ji axa hev in; wisa, heçko bi heman axê hatine hevîrkirin. Ji ber ku havênê hezkiriyan ji heman riwêştê ye.

Lê digerim. Di nava ew qas rûyên xweşik û xapînok de li rastiya rûyê xwe yê veşartî digerim. Neynika rûyê mirovan çavên wan in; awirvedana wan e. Çav neynika dil e. Rûyê nepenî di kûrahiya çavan de veşartiye. Li çavên mirovan dinêrim. Her çavek rastiyek e. Di nava ew qas rastiyan de li rastiya xwe digerim. Li velerza dilê xwe digerim. Di velerza dilê min de hemû tirs û xweziyên min, hemû şikeste û destkeftiyên min, hemû ders û tecrûbeyên min veşartine. Li vebîra xwe vedigerim û di nav re digerim; li qonaxên jiyana xwe digerim… Şer û hevrikiyên xwe li ser mêzîna mantika xwe dipîvim; kêm-zêde digihêjim wan. Tê de rûyê min ê nepenî heye û hingê ew li ber min xuya dibe; li ser wî gîsî û kul hene, birînên ku hê jî jan didin hene, şahî û kêfxweşiyên biçûk û mezin hene… Dûr û nêzik kes û kesayet hene; protîp hene, modeltîp hene û hemû jî bi tevnê tirsê hatine pêçan… Tirs hene; lewma gava ku li rûyan dinêrim tirsên xwe dibînim. Ji lew re zû bi zû tu rû dilê min germ nakin û hestên min bi tu awirvedanan bi pêlan nakevin. Hingê stalayta min rêgeha xwe diguhêze û ber bi rûyistaneke nediyar ve diçe…

Li rûyê kê digerim gelo? Li rûyekî çawa? Kîjan rû xewn û xeyala min e? Ez di kîjan rûyî de veşartime? Di rûyê kê de? Li rûyistana rûyan li rastiya xwe digerim. Li rûyê xwe yê nepenî… Ji zîhna xwe dipirsim, ji raboriya xwe dipirsim û ji xweziyên xwe dipirsim. Ji rûyê xwe dipirsim… Rûyê min ji min ditirse; ez ji rûyê xwe ditirsim. Rûyê min dişkê û wekî guleke bê av mayî hêdî hêdî diçilmise. Ez hê jî li rûyê xwe yê nepenî digerim di nava rûyistana rûyan de. Lê rûyê xwe yê nepenî nabînim. Rûgeha rûyê min hê jî li ber min windaye. Hê jî stalayta hestên min li valahiya rûyistanê digere û hê jî negihîştiye rêgeha rûyê min ê nepenî…

Li rûyê xwe yê heyî dinêrim; dipirsim di ber xwe de, gelo ez li spehîtiyê digerim? An jî spehîbûnê… Qey ez li zelaliyê digerim? An zelalbûnê… Nexwe ez li rastiyê digerim? An jî rastkirinê… Ma ez li jêhatiyê digerim? An jî jêhatîbûnê… Ez li rûyê çi digerim; di kîjan rûyî de li xwe digerim? Rastiyên min, xewn û xeyalên min, îdealên min, spehîtiya min, jîriya min… Kîjan? Hingê ez li kêmasiyên xwe digerim; li nava vebîr û hafizaya xwe dikevim… Radikim û datînim lê rûyê min ê nepenî hê jî ne xuya ye. Qey ez li kêmasiyên rûyê xwe yê heyî digerim?

Hezkirina mirov rastiya mirov a herî masûmane ye. Hezkirin hişîmendiyeke di tama zaroktiyê de ye. Hingê qey mirov li rûyê xwe yê zaroktiyê digere. Rûyê zarok ê xweşik û zelal… Qey mirov li çavgeşiya zarokekê digere? Ma dibe? Dipirsim… Li nava rûyistanê dikevim wekî parsekekî rû bi rû li te digerim. Li rûyê xwe yê nepenî… Ma mirov li keserên xwe digere? Qey mirov gerokê wan tiştan e yên ku mirov nekariye bijî? An jî encama hemûyan e lêgerîna mirov? Qey mirov li parçeyên rûyê xwe digere? Ma rûyê mirovekî çend parçeye? (…)

Hê jî dipirsim. Lê difikirim; li bersiva pirsên xwe digerim. Li parçeyên rûyê xwe digerim. Parçeyê zaroktiyê, parçeyê ciwantiyê û parçayên din… Parçeyê li nav malbatê, parçeyê li nav civatê, parçeyê li nav jîngehê û parçeyên dîtir… Hemû parçeyên rûyê xwe yê nepenî… Îxanet, bêbextî, keser, kul, hejarî, dewisandin, tenêtî û azwerî… Li rûyê xwe yê ku dê min ji tirsa tunebûnê rizgar bike û ber û fêkiyê min li ser jîngehê belav bike digerim. Ji nava ev qas parçeyên rûyistana rûyan de li rûyê xwe yê dîtir digerim. Ew rûyê ku dê vî agirê tenêtiyê di nava ruhê min de vemirîne û rûyê min ê nepenî bibîne…

Li rûyên geş dinêrim. Kêf û şahî, hezkirin û tîna jiyanê min dipêçe. Xeman ji bîr dikim. Tavilê geş dibe rûyê min ê nepenî. Sînyalên hiş û mejiyê min hemû dikevin nav lebatê; ruhê min vedigeşe û rûyê min ê nepenî li benda çirûskekê disekine. Hingê rûyê geş li xweşa min diçe. Evîn mirov bi dû xwe ve dibe; te dikêşe xwe wekî gerasîska avê… Lê heke ji aliyên din ew tîrêj venejenî tu radiwestî û êdî hestên te ji wê rêgehê derdikevin û hingê tu di rûyekî din de li rûyê xwe yê nepenî digerî.

Hê jî nizanim rûyê min ê nepenî di rûyê kîjan gulê de veşartiye. Lê gelek caran ez wî rûyî radibihîzim. Gelek caran ew ji xeyalekê dûrtir dibe, hin caran jî hilma wî li pişt guhê xwe radibihîzim. Jixwe gava ku ez şikestekê dixwim bi dilekî tijîdaxwaz li wî rûyê xwe digerim. Dixwazim ku li nik min be lê qet nabînim û hingê tenêtî wekî êşeke giran xwe berî ruhê min dide. Hingê di nava rûyistana rûyan de hemû rû ji min re dibin sehm û ez di hemû rûyan de tenêtiyê radibihîzim. Tenê li rûyê xwe yê nepenî digerim lê min hê jî ew nedîtiye.

Her rûyekî nêzik ku di jiyana mirov a civakî de bi rengekî bi mirov re têkildar dibe parçeyekê ji xwe dide rûyê mirov. Hingê rûyê mirov ê heyî ji derdora xwe bi sedan parçeyan distîne û ji wan jî teşe digire. Lê rûyê mirov ê nepenî ji van vedertir e; tenê di kûratiya ruh û mejiyê mirov de hêlîna xwe dikole. Ew ji hemû spehîtî, xwezî û keserên mirov pêk tê lê tu caran jî ew rûyê mirov dibîne van pêdiviyên mirov hemûyan çareser nake. Tenê hezkirî kilîta deriyê çareseriyan e. Ango hilmeke germ a vejandina hestên mirov ên xweşbîn e. Yanî baweşîneke hûnik e bo hênikirina kelegerm û kelejana tenêtiyê ya ruh û mejiyê mirov e.

Stalayta dilê min li rûyistana rûyê nepenî digere. Di hin rûyan de tîneke germ, di hinan de sehmeke har, di hinan de piştrastiyê, di hinan de hêvîşkestiyê, di hinan de xemsariyê, di hinan de bêbextiyê, di hinan de bêsiûdiyê, di hinan de nankoriyê û di hinan de jî kêfxweşiyê dibîne. Ji hemûyan jî parçeyekî distîne. Her wiha li nik hemûyan jî li ‘te’ ya ku di rûyê min ê nepenî de xwe veşartiye digere.

Umrê min ji lêgerînê westiya lê ez hê jî li rûyê xwe yê nepenî digerim. Carina gelekî nêzî dibim lê hê jî min ew nedîtiye. Dizanim ku ew gelekî ne dûrî min e, lê nabînim ka li ku ye û ew rûyê ez lê digerim rûyê kê ye? Stalayta hestên min hê jî li valahiya rûyistanê dizivire û li rûgeha xwe digere. Rêgeha rûyistana rûyê min ê nepenî gizêna dilê min e…

Gizêna dilê mirov di kîjan rûyî de veşartiye. Kîjan awirên germ, bişirîna şirîn, axaftina nerm gizênê dixe dilê mirov? Ji ber çi tiştî gizên bi dilê mirov dikeve? Antenên dilê xwe liba dikim û stalayta dilê xwe li valahiya rûyistanê girêdidim; gelo li kîjan rûyî veşartiye gizêna dilê min? Çi tişt dibe sedema raperîna hest û dilînên mirov? Pîvan û rêgezên gizêna dil çi ne? Li xwe digerim; dikevin nav reh û rîşên xwe û tê de diçim xwarê. Ji raboriyê çend keser û xweziyên xwe yên dewisandî dibînim. Gelek xweziyên ku min hingê gelek xwestibû bidest bixim lê ku min bidest nexistibûn tên bîra min. Hingê gizên dikeve dilê min; difikirim ku hê jî şikestina wan xweziyan wekî kulekê di kûrahiya dilê min de jan vedide. Hê jî wekî xewneke nîvcomayî hestên min dixwazin min li wan deman vegerînin û di nava wan xweziyan de rûyê min ê nepenî nîşanî min bidin… Lê ne ez ezê berê me, ne jî xweziyên min; ne jî dil maye dilê caran… Hingê rûyê min ê nepenî hê jî li ‘xwe’ digere. Hê jî di rûyê mirovan de li rûyê te yê ku rûyê min ê nepenî tê de veşartiye, digerim.

…tu hê jî wekî sîtavkekê geh xuya dikî geh jî winda dibî.

2004-09-21/ Amed

www.omerdilsoz.com

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 21.9.2004 15:38:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz