Ez ne dijminê te me,
ne jî dijminê xwe.
Ez tenê mirovek im,
ku dixwaze bi dilê xwe bijî.
Lê çima her car ku diaxivim,
kesek dixwaze min bêdeng bike?
Çima her car ku hez dikim,
kesek dixwaze evîna min binê xwe bike?
Ma dil nasname dipirse?
Ma hêsir zimanê xwe hene?
Ma evîn ji bo azad bûnê
divê destûrê bistîne?
Ez ji axa xwe hez dikim,
ji zimanê diya xwe,
ji dengê stranên kevn,
ji çavên zarokên bê tirs.
Ez dixwazim zarokek
bê tirs bipirse,
dayikek bê xem biaxive,
mirovek bê ku ji fikra xwe bitirse bijî.
Heke ev daxwaz sûc be,
bila dîwarên dadgehê bibin şahid.
Ez dê herim,
lê dengê min dê bimîne.
Ez dê bêdeng bim,
lê helbestên min dê biaxivin.
Ji ber ku azadî
tenê peyvek nine;
azadî mafê mirovan e
ku bi rûmet bijîn.
Kayıt Tarihi : 26.10.2026 20:11:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!