Axîn Ji Xerîbîyé Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Axîn Ji Xerîbîyé

Xerîbîya sirgûné, nade meriv hedûré,
Penahende bi cûrî, dibe’j meriv abûré,

Ziman û dada cuda, ling bavé dibén kuda,
Xwedané qesr û qonax, li benda rihma Xuda

Di ponicin roj û şev, ken bi devé wan nakev,
Pégermoké’d gerînin, bi dan û bi roj û şev.

Ewan begén simél baq, xorté wana bûne layt
Li halé xwe méze kir, axîn kişand got heyhat.

Bérivana poside, tené’d meşe li ser şoş,
Li xeyala xwe sîyar, li bériye pez didoş.

Bermalya birca sebir, berpiştyé malxwé malé,
Wenda nabin li Europ, xwedan şapik şepalé.

Difikirin ew her wext, ji welat çi té xeber,
Xerîbî pişt lé şikand, nehîştî dil û ceger.

Şerm dikin bikevin réz, bigrén peré emigréş,
Li xwe layîq nabînin, ji kerba bûn xwedyé éş.

Arbaytsamat ji wan pirsî, herin qursé'l dibistan,
Got yek qursek dixazim, bo azadya kurdistan.

Beamt got ew livir nîn, bes he qursa aborî,
Wi egîtî bersiv da, azad nînim ez gorî.

Razî me bi birçîtyé, hewce nînim bi şixûl,
Ger azad bim li welat, razî me bi derd û kûl.

Birçîtyé ve razî ne, sebir xwestin ji Xweda,
Da ku xwe biparézin, bi zar û zérç û geda.

Ew memûré béînsaf, ev gotin lé xweş nehat,
Got an tuyé kar bikî, an jî vegerî welat.

Got welate bav û kal, keti desté neyara,
Agir ser me de’d bare, ji firoke û teyara.

Ev rewşa çewt û gemar, dikudîne’b sed salan,
İro maf té xweztin, bi xort û pîr û kalan.

Ji wir derket posîde, çû malé bi dilek kul,
Bo ji Xwedé dua ke, pé re bike tekemmul.

Lewra navé Wî Adil, zilim nabe berdewam,
Serfirazya me nézîk, emé bibin weke am.

Ecem ji wana yekin, wek ereb û furs û rom,
Ji dîrok bûne xalî, lé em li hev nabin kom.

We’da Wî ji me re héz, be’dehû usrî yûsra,
Fîlén wana mûccehez, dihilşe texté kisra.

Îlahî ev çi zore, dûrketina ji welat,
Urf û edet pépes bû, ji bîr bû sewm û selat.

Azan nayé bîhîstin, di bajar de eşkera,
Rojî xwarin bû edet, behs tékirin ji pera.

Réber zana xwe’d killén, pîvanokén me çibûn?
Meta derketîye péş, tev ketne pey birçibûn.

Li zara hukum nabe, sîle lédan qedexe,
Hev re bûne berodan, réveçûna wan kerxe.

Péşeroja bi xeter, paşeroja me dikuj,
Sermîyané béxwedî, teslim kirin li merkuj.

Derdé welat wan kuştin, erz û eyal bi ser da,
Çareseryé digerin, xwedyé kulan û derda.

Gazin dikin ji felek, ew burucén tev bébext,
Sirgûn kirî para wan, én neyaran tac û text.

Hévi nakin ew wenda, ji bo azadya welét,
Li himber her tengasî, nusreta Wî ilam bét.

Dijmintaya Xweda nîn, bi tû élû gel û qewm
Heta ew xwe ne guhir, azad nabe edûqewm.

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 13.1.2011 13:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk